H. Kurdistanê amarên nû yên penaberên R. Kurdistanê belav kirin

H. Kurdistanê amarên nû yên penaberên R. Kurdistanê belav kirin

Oct 21 2019

ARK NEWS .. Îro roja Duşemê 21ê Cotmeha 2019an, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê, yên ji destpeka operasiyona leşkerî ya Turkiyê , berê xwe dane Herêma Kurdistanê , ragihand.

Navenda Hemahengiya Hevbeş ya Kirîzan ya ser bi wezareta navbûrî ve, eşkere kir ku îro 1.281 penaber ji Rojavayê kurdistanê derbasî herêmê bûne.

Navendê serbar kir ku hejmara giştî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji 14ê vê mehê ve, gihiştine herêmê 5.406 kes in, û diyar kir ku piraniya wan berê xwe dane her du kampên "Domîz" û "Berdereş" li parêzgeha Duhokê.

Turkiyê Roja 9ê heman mehê, operasiyoneke leşkerî dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand, û ew yek bû sedema koçkirina sed hezaran kes ji navçeyên xwe wekî Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Zana Ibrahîm

852