Dirar: Em ê bi rêjîmê re alîkar bin
.Hevserokê Encûmena Sûriyaya Demokratîk ya bi ser PYDê ve radighîne çûna wan bo Şamê piştî daxuyaniya Esed bû .
Di hevdîtineke televizyonî de Riyad Dara Hevserokê Encûmena Sûriyaya Demokratîk duh got tiştê ku hiştiye ew rêkeftinê bi rêjîma Esed re bike helwêsta Esed bû dema got ku li pêşiya wan şer yan jî guftûgo heye û tu xwîn di navbera QSDê û artêşa rêjîma Sûriyê de tune ye û ew ê beşdariyê di her şerekî rêjîmê de beramberî terorê bikin.
Dirar serbar kir ku ji bo berdewamkirina rêkeftina dawî li gel rêjîma Esed bo bi dawîkirina şer komîte hatine sazkirin û dê li ser dabînkirina xizmetguzariyê bo deverên jêr kontrola QSDê kar bikin.
692
