PDK-Sê beşdarî di merasîma veguhestina cenazeyên malbata Mişo de kir

PDK-Sê beşdarî di merasîma veguhestina cenazeyên malbata Mişo de kir

Oct 06 2019

ARK NEWS .. Şandeke Nivîsgeha Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, beşdarî di merasîmên cenazeya qurbaniyên tawana hovane ya, ku tawankarekî derheqê Besam Mişo û malbata wî li gundewarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kirbû, kir û termên wan wan gihişt serava Fîşxabûr .

Şanda PDK-Sê ji her yek ji d. Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya PDK-Sê û berpirsê ofîsa Herêma Kurdistanê ya PDK-Sê, herwiha Seîd Umer endamê komîta navendî û berpirsê pêwendiyên Neştîmanî ya PDK-Sê pêk hat.

Di vê derbarê endamê polîtbîroya PDK-Sê d. Ebdulhekîm Beşar got, ku kuştina 5 kesan tawaneke hovane ye û miletê kurd bi tevahî pê êsiyan, bi tayebt xelkê başûr û hêviya sizadanek bilez ji tawankarê wê tawanê re xwest .

Roja 02.10.2019, di tawaneke hovane de 5 endamê malbata Mişo li gundekî nêzîkî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatin kuştin û ji aliyê xwede PDK-Sê bi hemû şiyanên xwe piştevaniya wê malbatê kirin ji bo bi leztirîn dem tewankarên wê tawanê bên sizadan û beşdarî di hemû merasîmên cenaze û veguhestin û bi xak spartina wan qurbaniyan de kir.

1383