Herîrî Navên Desteya Danûstandkar bo Komîteya Destûrî ragihandin

Herîrî Navên Desteya Danûstandkar bo Komîteya Destûrî ragihandin

Oct 03 2019

ARK NEWS .. Piştî ragihandina rêkeftina aliyên Sûriyê li ser navên komîteya Destûrî ya Sûriyê , Serokê Desteya Danûstandkara Sûriyê, navên Desteya Danûstandkar, û Civaka Sivîl eşkere kirin .

Nesir Elherîrî Serokê Desteya Danûstandkara Sûriyê, lîsteya navên Desteya Danûstandkar, ku 50 nav in , û navên Civaka Sivîl ku ewjî 50 nav in ragihandin .

Li gorî lîsteya navên Desteya Danûstandkar, ku hatiye ragihandin, bi tenê 2 kes têde kurd in , ew jî Dr. Ebdulhekîm Beşar , û Kamîran Haco , ku herdu endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistat Sûriya PDK-Sê ne .

486