Rawêjkarekî çekdarên YPGê : Beşar Elesed Serokê min e

Rawêjkarekî çekdarên YPGê : Beşar Elesed Serokê min e

Jul 28 2018

Rawêjkarekî çekdarên YPGê yên ser bi PYDê ve dibêje Beşar Elesed Serokê min e û hatina Emrîka bo Sûriyê dagirkerî ye .

Rêzan Hido rawêjkarê berê yê ragihandina çekdarên YPGê yên ser bi PYDê ve di hevdîtinekê li gel Rojnameya Elweten ya nêzîkî Rêjîma Esed got her diyalog yan danûstandin dûrî Şamê were kirin wê lawaz be û her hebûneke leşkerî li Sûriyê ne li ser daxwaza Rêjîmê be dagîrkariye mîna Emrîka,Ferensa,Turkiyê.

Hido herwiha ji bo Rojnameya Elweten got min daxwaza hevdîtinê bi Serokê welatê xwe re Serok Beşar Elesed re kiriye û dîsa ez dixwaz dikim Serokê xwe bibînim.

Rêzan Hido xelkê Efrînê ye û yek ji kesên ji şerê Efrînê reviyabûn.




665