Netewên Yegirtî :  1500 koçber di deryaya Sipî de ji destpêka salê ve binavbûne

Netewên Yegirtî : 1500 koçber di deryaya Sipî de ji destpêka salê ve binavbûne

Jul 28 2018

Netewên Yegirtî li Cinêfê ragihand ku 1500 koçber di deryaya Sipî de ji destpêka salê ve binavbûne di hevdemê ku 50 hezar koçber xwe amade dikin ku bigihin zeviyên Ispaniya .

Rêxistina Navdewletî ya karûbarên koç û koçberan ya bi ser Netewên Yegirtî ve îro roja înê 27\7\2018 li Cinêfê ragihand ku 1500 koçber di ava deryaya Sipî de jiyana xwe ji dest dane di hewla gehiştin bi welatên Ewropayê rêxistina Navdewletî amaje bi wê yekê dike ku metirsiyên riya koçberiyê di navbera Lîbiya û Îtaliya deye .

Ji aliyê xwe ve Rojnameya Elmundu ya Ispanî li ser zarê polîsên belav kiriye ku 50 hezar koçber ji welatên Efrîqa xwe amade dikin ku derbasî welatê Ispaniya bibin eger derfet ji wan re hat peyda kirin .

990