Navên şehîd û birîndarên teqîna Cindirêsa Efrînê hatin ragihandin

Navên şehîd û birîndarên teqîna Cindirêsa Efrînê hatin ragihandin

Sep 26 2019

ARK NEWS .. Piştî teqîna terorî ya ku navenda navçeya Cindirêsa Efrîna Rojavayê Kurdistanê roja Sêşema bûrî 24ê Îlona 2019an, hejandibû, Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê li ser rûpela xwe ya fermî navên qurbaniyan belav kirin, ku beşek ji wan Kurd in, herwiha beşê din jî erebên ku li herêmê hatine bicîkirin, herwiha jin jî di nav şehîd û birîndaran de hene .

Encûmena Cindirêsê di daxuyaniya xwe de aniye ziman, ku roja Sêşemê dema nîvro girûpeke ji çeteyan otombêleke bombekirî li nava Cindirêsê li kolana Yalangoz nêzîkî nivîsgeha nobedariya bişev teqand, di encamê de qurbanî ji şêniyên Cindirêsê ketin .

Li gor lîsteya şehîdan ku encûmenê belav kiriye ev in :

Idrîs Silêman Umer, Amir Silêman Umer ku herdu beran e, ji gundê Baflûrê ne, Besam Kabî, Firyal Tahir.

Navê birîndaran jî ev in :

Zêneb Mûsê 50 salî
Adil Umer 30 salî
Bedir Kabî 40 salî
Ebdul Kerîm Kokeş 350 salî
Reşîd Heyder
Xelîl Morad
Eyad Menawî
Fatmê Kabî 28 salî.

Herwiha 4 ji wan birîndaran ji ber giranbûna birînên xwe ji bo nexweşxaneyên Turkiyê hatin veguhestin.

Teqîna ku li navçeya Cindirêsê rû daye, ji bilî navên ku hatine belavkirin gelek ziyanên madî li paş xwe hiştin, lê ta niha tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye û nexistiye stûyê xwe de.

Ş.E

468