Efrîn .. Serokê Encûmena Şiyê dest ji kar kişand

Efrîn .. Serokê Encûmena Şiyê dest ji kar kişand

Apr 20 2019

ARK NEWS .. Serokê Encûmena Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê Çarşema bûrî 17 Nîsana 2019an dest ji karê xwe kişand û ta niha sedem ne hatine diyarkirin .

Ehmed Hesen Serokê Encûmena Şiyê li ser rûpela xwe ya fermî li fêsbokê ragihand ku : " Tevî destjikarkişandina min lê di nerîna min Encûmenên Xwecihî baştirîn alî xizmeta herêmê di rewşa zehmet de pêşkêk kirine "
Ji despêka damezrandina her 7 encûmenên xwecihî ( Efrîn – Mabeta – Şiyê – Raco – Cidirêsê – Bilbilê – Şera ) di Nîsana 2018an de û ta roja weke îro rastî binpêkirinan tên ku di 11/6/2018 Cîgirê Serokê Encûmena Şiyê Ehmed Şêxo di bin eşkenceyê de şehîd bû herwiha hijmarek ji endaman hatin lêdan û zîndanîkirin .

Ş.E

687