Kê komkujiya Kobanê encam da û kî berpirs e?

Kê komkujiya Kobanê encam da û kî berpirs e?

Jun 26 2022

Kê komkujiya Kobanê encam da û kî berpirs e?
Şêxo Efrînî - Malpera PDK-Sê

Komkujiya bajarê Kobanê ya ku bi ŞEVA XEDRÊ tê naskirin, yek ji tundtirîn komkujiyên li dijî mirovatiyê li Rojavayê Kurdistanê hatine pêkanîn. Rast e şer û êrîşa DAÎŞê di dawiya sala 2014an li ser heman bajarî de, tawaneke mezin bû, lê berevaniya şêniyên Kobanê, xweragiriya wan û tormakirina destanan di vegerandina Kobanê li dijî DAÎŞê de, hişt ku hovîtiya DAÎŞê di şer de encam daye, hinekî li ser milê me sivik bibe.

Hîn çav şil bûn û hêsrên dayîkan li ser şehîdên xwe ziwa nebibûn, karesatek din di ser kurdên me de hat xwar. Dem: 25ê Hizêranê 2015an de bû
Cih: Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû. Tawan û bûyer: Di demekê de bajarê Kobanê ji terorîstên DAÎŞê rizgar bû, xelk hêdî hêdî vedigeriyan ser mal û mulkên xwe, toza şerê qirêj ji kolanên bajarê xwe pak dikirin û dest bi serastkirina her tiştê têkçûyî dikirin, di berbanga sibê de bû, qurbanî ne di xewa şêrîn de bûn na, di xeweke tijî xem, azar û birîn de bûn, hovên DAÎŞê êrîşî sivîlan kir.

Tu cûdahî nexistin navbera tu kesekî de na, di hovîtiya xwe de dadperwer bûn! Kal, pîr, mêr, jin, zarok, jêç, şîrmij û her kesek rastî wan dihatin bi hovane kuştin û şehîd kirin.

Her curek ji nemirovatiyê bi dirindane bi kar anîn û derdora 500 welatiyên sivîl dane ber gule, agir û kêran, belê belê kêr jî bi kar anîbûn, dîmenên ji xwîna sor tomar kirin, xwîn di kolanan de herikandin, dengê zarokan, qêrîna dayîkan, nalîna kalan, lorîna xortan û ahîna keçan di esîmanan de bilind bûn. Lê tawanbar, encamder û pêkînerên komkujiya pîs bi serbestî tawana xwe encam da û çûn.

Pirsa ku divê mirov bike PYDê li kû derê bû?
Ev terorîst çawa derbas bûn? Hemaheng bi kê re kiribûn? Heval Êrîş kî ye? Li kû derê maye? Rola wî di komkujiyê de çi bû?

Eger em bibêjin bersiva van pirsan zehmet e û ne bi destê kesekî de ye ku bikaribe bersivê bide, baş e gelo, yek lêkolîn, lêpirsîn û vekolîn li ser vê tawanê vebûye? Na. Çima venebûye û çima nayê vekirin ev bersiv dê li cem PYDê bimîne, divê bersivê bide.

Bêgûman em nabêjin xeynî DAIŞê bi vî karî hovane rabûye, lê PYDê bi artêşa xwe li kû derê bû ?
Gelek pirs hene divê werin kirin:

Terorîstê Misrî yê ku ji aliyê xelkê ve hatibû girtin, kanî ye? Çawa DAIŞ li ser ewqas rêbendan re derbas bû?
Laşê teroristan çima hatin şewitandin ? Heval Hemze û Êriş çima piştî komkujiyê winda bûn? Êrîşker û tawanbaran çawa bi kurdî diaxivîn? Çawa kincên YPG û YPJê li xwe kiribûn, û silogan û diroşmên PKKê bilind dikirin? Çima hijmara qurbaniyan ta niha nehatiye ragihandin û belgekirin? Çima nezelalî di mijarê de heye, û PYDê paşguh xistiye?

Divê aliyên Kurdî xwe bilivînin, û doseya vê komkujiyê belav bikin, da ku lêkolîneke bêalî navdewletî were kirin, û malbatên pakrewanan werin qerebokirin. Hezar silav li canê şehîdên me bin, bimire terorîstên DAIŞê.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

402