Ragihandina ENKSê li Qamişlo civînek li dar xist

Ragihandina ENKSê li Qamişlo civînek li dar xist

Sep 22 2019

ARK NEWS .. Nivîsgeha Navendî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Îna bûrî rêkefta 20î.09an.2019an, civîna xwe ya normal li bajarê Qamişlo li dar xist.

Ew civîn bi beşdariya endamên nivîsgehê û nûçegîhanên hemû herêmên Kurdistana Sûriyê hat lidarxistin .

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Ragihandina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Hesen Remzî behsa rol û girîngiya ragihandinê di avakirina welatan de û pêşxistina wan de kir, herweha spas û pêzanîna xwe raserî karmendên Nivîsgeha Ragihandina ENKSê ,tevî zehmetiyên ku tên pêşiya wan kir.

Serbarî wê yekê hejmarek ramanên nû ji bo pêşxistina karê heman nivîsgehê hatin pêşkêşkirin .

391