Efrîn .. Di 15 rojan de 3 Kurd hatin şehîdkirin

Efrîn .. Di 15 rojan de 3 Kurd hatin şehîdkirin

Sep 10 2019

ARK NEWS .. Duh roja Duşemê 9ê Îlona 2019an ,Li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî Kurd piştî revandinê bi 11 rojan, di bin eşkenceyê de di zîndanên girûpên çekdar de bi tometa ku bi PYDê re xizmet kiriye , şehîd bû .

Jêderên xwecihî ragihandin ku ciwanê Kurd yê bi navê Mihemed Henîf Husên ku bi Hemeda tê naskirin, di 9/9/2019 di zîndana Raco de ji ber lêdana tund, şehîd bû. Ciwanê ji gundê Bilêlka yê Raco ji 30î Tebaxa 2019an de, di dema girtina ser gund de hatibû revandin.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku Mihemeh Henîf Husên bi şêweyekî tund û tûj ji aliyê serokê navenda polîsa Raco Neqîb Ebû Şihab ve hat eşkencekirin, û her awa û şêweyên ku di navendên ewlekariya rêjîm dîktetor de têne bikaranîn, wek kontakirina bi elektirîkê û Kebla çarqorî û alavên hesin wek pilays, bi kar anîne . ji bilî wê yekê navbûrî gefa neçarkirina dana pereyan ji bo serbestberdana wî arastey malbatê kiribû.

li gor heman rêxistinê ku hîn çarenivîsa biryê wî Selah Hesen ne diyar e, tevî ku karmendekî Encûmena Xwecihî ye .

Li herêma Çiyayê Kurmênc di çarçoveya 15 rojan de, sê welatiyên sivîl bi bê guneh hatin tereorkirin. Di 25 Tebaxa 2019 welatiyê bitemen Mihyedîn Oso ji aliyê girûpeke çekdar ve hat terorkirin, herwiha piştî 12 rojan hevjîna wî ya bi navê Hûriyê Mihemed Bekir ji ber lêdan û eşkenceyê çû ber dilovaniya Xwedê . Bi rûdana ciwan Mihemed Husên wek sêyem rewş tê tomarkirin .

Ji bilî wan bi dehan ji Kurdên li ser xak û zeviyên xwe mane hatine tereokirin û di zîndanên çekdaran de şehîd bûne . ew yek di demekê de ye ku bêdengiya Civaka Navdewletî li ser tawanên ku li Efrînê çê dibin, lewma tu rêgir û sînor ji wan kiryaran re nayê danîn ji aliyê xwe ve jî tawanbar û pêkîner di kiryar û tawanên xwe de berdewam in.

Ş.E

673