Barzanî pêşwazî li keça Kobanê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî îro roja Pênşemê 26/7/2018 pêşwazî li keça Kobanê Nûjîn Mistefa kir û piştevaniya xwe ji bo karê wê re da xuyakirin.
Di hevdîtinê de Nûjîn Mistefa kêfxweşiya xwe bi dîtina Serokwezîrê Kurdistanê nîşan da û hêvî kir ku Hikûmeta Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî piştevan û hevkar bin ji kar û çalakiyên wê re
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe di serxistina kar û çalakiyên wê de nîşan da û hêvî kir ku rewşa Sûriyê baş bibe û penaber vegerin ser mal û jiyana xwe .
Nûjîn xelka Kobanê ye û bi çend zimanan diaxive. Bi mebesta beşdariya di konferansa TDX-Niştîman li Kurdistanê ye.
626