Encûmena xwecihî ya Efrînê alîkarî ser şagirtan de belav kir

Encûmena xwecihî ya Efrînê alîkarî ser şagirtan de belav kir

Jul 23 2018

Komîta hawarçûnê di encûmena xwecihî ya navenda bajarê Efrînê alîkarî ser şagirt û xwendekarên Efrînê re belav kir .

Jêderek ji encûmena xwecihî ya Efrînê ji ARKê re ragihand ku komîta hawarçûnê di encûmena xwecihî de di çarçoveya du rojên bûrî de Yekşem û Şemiyê 21û 22\7\2018an alîkarî li ser dibistanên bajarê Efrînê belav kir û şagirtan sûd ji wê dîtin.

Jêdera taybet herwiha da zanîn ku alîkarî ji 2000 tûr pêk dihat têde şîr û xwarin û pêdiviyên zarokan hebûn û li ser dibistanên navenda bajarê Efrînê wek dibistana Fêsel Qedûr, Silêman Helebî, Itîhad, Meyselûn, û dibistanên taxa Mehmûdiyê û Eşrefiyê û Efrîna kevin û nû hat dabeşkirin û belavkirin.

Jêderê amaje bi wê yekê kir û got alîkarî ji Heyva Sor a Turkî hatibû pêşkêşkirin û xwendekarên xula havînê ji xelkê Efrînê û derbiderên Ereb sûd jê wergirtin ku ew xul wek qerebû û li şûna rojên şer hatiye vekirin .

Ji destpêka ragihandina encûmenên xwecihî yên ji bo rêveberina karûbarên welatiyên Efrînê û pêşkêşkirina xizmetgûzariyê hatine damezrandin ku heft encûmenin. Û tevî kûmbûn û lawazbûna piştgirî û piştevaniya wan lê bi karîn û şiyanên xwe yên kêm hewla pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê gund û navçe û navenda bajarê Efrînê re dikin.

Û tevî astengiyên berdewam ji girûpên çekdar ve lê ew li ser karê xwe rijd in û xwe li ser erdê sepandine û dirûşim û silogana wan banga vegerê ji bo Efrînê dikin da ku liv û tevgera girûpên çekdar tune bibe û Efrîn carek din bixemile û şên bibe.

968