Sê Kurdên Rojava Bawernameya Diktora bi dest xwe ve xist
Sê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Zanîngehên Ferensa û Elmaniya û Misr a Erebî Bawernameya Diktora bi dest xwe ve xist .
Rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê navên hersê xwendevanan belav kir ku hersê xelkê herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne .
Navên wan ev in :
Ala Husên 34 salî xelka bajarê Amûdê ye – Diktora di Fîziya de li Zanîngeha Ferensayê bi dest xwe ve xist .
Arîn Elî 34 salî ew jî ji Amûdê ye – Diktora di zanist de li Zanîngeha Elmaniya bi dest xwe ve xist .
Rêber Xelef 34 salî xelkê bajarê Qamişlo ye – Diktora di şûnwaran de li Zanîngeha Misr a Erebî bi dest xwe ve xist .
Tê zanîn ku hersê xwendevan di heman heyva 7an di sala 2018an bawername bi dest xwe ve xist in .
569