Efrîn .. Dermansazek ji hewla revandinê rizgar bû

Efrîn .. Dermansazek ji hewla revandinê rizgar bû

Jul 20 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh 19ê Tîrmehê 2019an, dermansazek ji hewla revandinê ji aliyê girûpeke nenas ve rizgar bû.

Li gor perçe vîdyoyekê bi destê Dezgeha ARKê ketiye, tê de diyar dibe ku di ronahiya rojê de girûpek nenas hewla revandina dermasazekî didin. Lê ew dermansaz dikare xwe rizgar bike.

Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet da zanîn ku ew bûyer li taxa Vêlat li navenda bajêr çê bûye.

Weke vê bûyerê bi dehan hatine rûdan, bê ku aliyên berpirs çareyekê jê re bibînin, berûvajî wê yekê xemsarî û neguhdanê didin ber çavên xwe .

Ş.E

323