Partiya Elbes çalakiyek li Qamişlo li dar xist

Partiya Elbes çalakiyek li Qamişlo li dar xist

Jul 20 2019

Partya Elbe's ya Rêjîma Esed di lidarxistin û berfirehkirina çalakiyên xwe li nava bajarê Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e.

Duh li bajarê Qamişlo û bi amadebûna emîndarê şaxê Hesekê yê Partya Elbe's Tirkî Hesen, Kombenda Qamişlo ya Partiya Elbe's ahengek ji bo ciwanên xwe li dar xist ku tê de alayên Rêjîmê û yên Partya Elbe's herweha wêneyên serokê Rêjîmê Beşar Elesed û bavê wî Hafiz Elesed hatin bilindikirin.

Li gorî rûpela şaxê Hesekê ya Partiya Elbe's ku di wê ahengê de serkirdeyên Elbe's yên Dêrik û Rimêlan herweha serkirdeyên ewlekarî yên Rêjîmê jî amade bûn.

275