Bîna gilêş li Qamişlo belav dibe û pyd ê çareser nake
ARKNEWS.. Ji ber têkçûna rewşa xizmetguzariyan ji aliyê pyd ê ve , welatiyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê gilî û gazinan ji bîna gilêş ango zibale û şewtandina wî dikin û daxwaz ji pyd ê dikin cihê wî biguhere.
Jêdereke taybet iu ARKê re eşkere kir ku gilîِş li nêzîkî taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo tê komkirin , herweha ew cihê gilêş Nêzîkî bîrên ava sereke yê bajarê Qamişlo ye , û got ku bîna Şewtandina gilêş bandora xwe dighîne welatiyan ne xasim yên Nexweşiyê Rebû bi wan re.
Jêderê serbarkir ku çendîn car welatiyan nerazîbûna xwe û daxwaza guhertina wî cihê ji pyd ê kirine , lê ta niha pyd ê guh nedaye wan û daxwazên wan bicih ne anîn.
N.H
260