Rêjîma Sûriyê bi dehan girtî serbest berdan di nav wan de kurd jî hene
ARK.NEWS.. li gor rêkeftina Fowa û Kefreya, rêjîma Esed bi sedan girtî serbest berdan.
Malperên opozisyona sûriyê navê 1500 girtî yên li gor rêkeftinê hatine berdan eşkerk kirin, ku têda 126 jin in herweha zarok jî hene.
Li gor heman jêderan ku piraniya girtiyan beriya demeke kurt hatibûn girtin, û kesên ji despêka şoreşa sûriyê hatine binçavkirin nehatine berdan.
Di nav lîsteyê de himarek ji girtiyên kurd hene, û kesên hatine naskirin 22 nav ji Efrînê ne û beşek ji Hesekê û derdora Helebê ne.
Tevî wê yekê bi sedan girtiyên kurd ta niha di zîndana rêjîmê de ne û bi taybet girtiyên Efrînê yên ku PYD bi xwe re birin, ku tê gotin radestî rêjîmê kirine wek her sê endamên PDK-Sê Ebdulrihman Apo, Idrîs Elo û Ehmed Sîdo û bi dehan weltiyên din.
688