Pilanek Emerîkî ji bo sizedana Turkiyê

Pilanek Emerîkî ji bo sizedana Turkiyê

Jul 15 2019

ARK NEWS .. Piştî wergirtina hikûmeta Turkiyê ji mûşekên S 400 ji welatê Rûsiyê, Wîlayetên Emerîkî li ser pilanekê ji bo sizedana Turkiyê li hev kirin û biryar e di rojên bê de ew pilan were eşkerekirin .

Rojnameya Şeriq Elewsat di raporteke xwe belav kiriye ku tîma rêveberiya serokê Emerîkayê Donald Tiramp, li ser sepandina sizeyan ji Turkiyê wek karvedan ji wergirtina mûşekên S400 ji Rûsiyayê li hev kirine .

Ajansa Bilûmbirg ya nûçeyan da zanîn ku rêveberiya serokê Emerîkayê yek ji sê girûpên rêkarên ji babatên hate gengeşe kirine hilbijartine , da ku li gor yasayên rûbirûbûna dujminên Emerîkayê di rêya sizeyan ve hin qonqxên ji ziyanan biafrîne, bê ku wê girûpê bide xuyakirin .

Heman jêderê bal kişand ser ku rêveberiyê li ser rahihandina sizeyan di dawiya hefteya bê de yek helwêst bûne , heman rêveberî dixwaxin salvegera roja inqîlaba bikeftî li dijî serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan ya 2016an derbas bikin, da ku tu kes goman xwe neke ku destê Emerîka di wê yekê de hebû .

Heman rojnameyê eşkere kir jî ku pilanek piştî çend rojan ji gengeşeyê navbera Wezareta Derve û Berevaniyê, û Encûmena Ewlehiya Netewî hate dayîn . Lê berdevka bi navê Wezreta Derve ya Emerîkî tu şirove derbarê sizeyên ku bi tenê li îmzekirina Tiramp û rawêjkarên wî maye, nedane xuyakirin .

Ş.E

419