Efrîn .. Êrîşa

Efrîn .. Êrîşa "Avrazê" despêkek ji pêkanîna komkujiya "Şêx Henan" bû

Jun 29 2019

ARK NEWS.. Beriya 7 salan di 29ê Hizêrana 2012an de, çekdarên YPGê girtin ser gundê Avrazê yê ser bi Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, da ku serkirdeyekî Partî binçav bikin, piştî wê bi 5 rojan komkujiya malbata Şêx Henan Şêx Hesen ( Şêx Nasan) pê anîn di encamê de 3ê ji wê malbatê şehîd bûn û 27 kes ji malbata Şêx Nasan, Şêx Ehmed, û Şêx Hesen û hin malbatên din hatin binçavkirin .

Wek pilanekê ji pêkanîna komkujiya malbata Şêx Hanan li Efrînê di 29ê Hizêranê sala 2012an de çekdarên YPGê êrîşî gundê Avrazê yê navçeya Mabeta kir, da ku serkirdeyê Partiya Demokrata Kurd li Sûriya Elpartî ku niha ew Partî bûye Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya D.Haşim Şêx Nesan berpirsê navenda Efrînê ya Partî binçav bikin .

Ew êrîş wek pilaneke destpêkî bû ji komkûjiya derheqê malbatê nexasim mala Şêx Henan ku piştî wê bi 5 rojan komkûjiyê di 4\7\2012 hate pêkanîn.

D.Haşim ji aliyê ewlekariya rêjîma Sûriyê ve dihate xwestin, û ji ber wê yekê dermanxaneya xwe li navenda Efrînê bi cih hişt û berê xwe da gundê xwe Avrazê li mala xalê xwe mala Şêx Gulîn xwe ji ber çavan vedizand. Di meha 12an sala 2012an zanîbû ku ji aliyê ewlekariya Siyasî ya navenda bajarê Efrînê ku bi serpireştiya Raid Ekrem Silêman dihat birêvebirin, tê xwestin .

Di dema rêjîmê Efrînê radestî PYDê kir, çekdarên YPGê bi karê dîvçûn û şopandina karê siyasetmedar û çalakvanan kir, û doseya Haşim yek ji doseyên bi sedan bû .

Yekem gef li pêş mala wî li taxa Vêlat rêya navenda çandiniyê ya Efrînê di 2\2an\2012 an bû, ango berî rojekê ji xwepêşandana mezin ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê . Bi eşkere û zelalî çekdarên YPGê ji Dr Haşim re gotin eger karê partiyê û siyasî û tevgera xwe ya şoreşî bernede ew dê yan wî bikujin yan kurê wî yê tekane birevînin. Ji wê rojê de D.Haşim Şêx Nesan xwe ji çavên PYDê vedizand û karê xwe li Efrînê rawestand .

Piştî ku PYDê pê zanîn Haşim li gundê xwe ye bi sedan ji çekdarên xwe amade kirin, da ku êrîşî gundê Avrazê bikin . Di 29\6 ango di Hizêranê de êrîş bi serpireştiya Heval Kemal berpirsê leşkerî yê Efrînê, Heval Ednan brepirsê navçeya Mabeta, Heval çekdar berpirsê mûdehematan ango êrîş û girtina sermalan, û serkirdeyeke YPJê û bi sedan ji çekdaran hate pêkanîn .

Ji ber ku malbat Haşim Şêx Nesan ne xwestin Haşim radestî YPGê bikin, Sîpan Hemo berpirsê giştî yê YPGê li Rojavayê Kurdistanê peywendî bi serkirdeyê Elpartî Xelîl Izet re kir û jê xwest berê xwe bide gundê Avrazê da ku tu pevçûn rû nedin, herwiha têkeliyên Heval Hesen Kurzêlê perpirsê Siyasî yê Efrînê ji berpirsên ku li gund amadene berdewam bûn, da ku tu pevçûn rû nedin. Di wê demê de Sîpan Hemo û Heval Hesen ne li Efrînê bûn bi tenê peywendî dikirin .

Piştî danûstandinan ku derdora Sê demijmêran bû, Haşim hat radestkirin û 3 rojan di zîndanê de hiştin û 2\7\2012 serbest hate berdan .

Di 4ê/7/2012an di roja komkûjiya malbata Şêx Henan de carek din bi 26 kesan ji malbatê, malbata Şêx Ehmed, Şêx Hesen, Şêx Nasan re hate binçavkirin, û li zîndana gundê Hobka yê Raco ew û malbatê rastî eşkenceyê hatin, di encam de Nûr Eldîn kurê Şêx Henan jiyana xwe di bin eşkencê de ji dest da û şehîd bû.

Di 10\7\2012 û li gor rêkeftina Desteya Dilind ji Dr Haşim ji Zîndanê hate berdan û ji Efrînê hate surgunkirin . Di 11ê meha 7an rêkeftin bi fermî li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî hate îmzekirin,û li gor wê rêkeftinê hêdî hêdî girtiyên komkûjiya malbata Şêx Henan serbest hatin berdan, ku di zîndana reş de li gundê Şêx Bila yê Raco bûn û yekem car ew zîndan bi girtiyên wê malbatê hate vekirin .

Gundê Avrazê yek ji gundên ku PYDê ji xwe re kiribû armanc wek gundê Sînka, Kosa, Çeqilme, û Birc Ebdalo . Dr Haşim Şêx Nesan yek ji sedan welatiyên Efrînê yên rastî eşkenceyê hatin û ji Efrînê hatine surgunkirin ji ber helwêst û kar û xebata ser rêbaza Barzanî.

Êrîşa li ser gundê Avrazê rêxweşkirinek bû ji bo pêkanîna komkujiya Şêx Henan, ku ta niha ew roj rojeke reş di dîroka PYDê maye tu lêkolîn û vekolîn nehatiye vekirin, û tawanbar nehatine dadgehkirin û sizadan .

Ş.E

682