Efrîn .. 30 malbatên ereb ji Qermitliq derketin

Efrîn .. 30 malbatên ereb ji Qermitliq derketin

Jun 25 2019

ARK NEWS .. Di roja Pênşemê 19ê Hizêrana 2019an ,Li gundê Qermitliq yê ser bi navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve hijmarek ji malbatên Ereb yên hatibû bicîkirin, ji gund derketin û berev herêmên din çûn .

Jêdereke taybet ji nav gundê Qermitliq ji Dezgeha ARKê re ragihand : 30 çekdarên Emşat li gel malbatên xwe ji gund berev bajarokê Atmê yê parêzgeha Idlibê, û bajarê Ezazê çûn.

Heman jêderê da diyarkirin ku sedemên derketina wan hîn ne xuya ne, lê metirsî hene ku li şûna wan de hin malbatên din ji ereban bînin, ji ber ku di gundê navbûrî de malbatên ereb di heman malên ku kurd tê niştecî ne bi cî dikin, û niştecîkirina ereban bi kurdan re bûye diyar de

Heman jêderê di rêya ARKê re banga vegerê li kurdan kir, û xwest di malên ku ereb jê derketine dîsa ereb neyên bicîkirin, û mal ji kurdên resen re bêne radestkirin .

Gundê Qermitliq yek ji gundên hevsînor bi Turkiyê re ser bi navçeya Şiyê ye, tê de 300 mal hene lê ji ber şerê sala bûrî 2018an piraniya malbatan derbiderî Cindirês, navenda Efrînê, û Helebê bûn . Li hember de erebe hatib bicîkirin , lê piştî wê Kurd vegeriyan ser malên xwe niha derdora 140 malbatî ji rêjeya 300 malî Kurd in .

Tevî binpêkirin û kiryarên çekdarên Emşat, lê banga xelkê gundê ew e ku xelkê derbider vegerin gundên xwe da ku nasnameya xwe ya Kurdî winda neke .

Ş.E


509