Efrîn .. Termê Şeref Dîn Sîdo hat dîtin

Jun 24 2019

ARK NEWS .. Di 13ê Gulana 2019an de, her sê welatiyên Kurd Reşîd Xelîl û kurê wî Mihemed û Şeref Dîn Sîdo ji aliyê girûpeke çekdar ve li bajarê Ezazê hatin revandin, di 22ê Gulanê de termê Reşîd Xelîl di nav zeviyan de hatin dîtin û duh jî 23ê/6/2019an termê Şeref Dîn Sîdo hate dîtin, û hîn jî çarenivîsa zarokê bi navê Mihemed ne diyar e .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand ku di 23ê Hizêranê de termê Şeref Dîn Sîdo di nav zeviyên gundê Qesetel Cindo yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat dîtin, li ser termê wî şûnê lêdan, û eşkenceyê hebû. Cihê lê hatiye dîtin heman cihê termê rêhevalê wî Reşîd Hemîd Xelîl lê hatibû dîtin, û nûçe ji malbatê re hat da ku termê wî wergirin .

Tevî ku malabata Şeref Dîn Sîdo 10 hezar dolar ji çekdarên ku revandine re pêşkêş kirin, lê ew yek nebû rêgir ji terorkirina Sîdo re, ji ber ku aliyê revandî wan pereyan di dema pevçûnên navbera çekdarên polîsên leşkerî û wê girûpê de idîa dike ku winda bûn.

Şeref Dîn Sîdo û Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî Mihemed, di 13ê Gulana 2019an de dema ji navçeya Cindirêsê berê xwe didan bajarê Ezazê, da ku çareseriya xwe ya tenduristî bibînin hatin revandin, û di wê demê de çîroka wan bilez hate belavkirin bi taybet piştî termê Xelîl hate dîtin û vîdiyoya Sîdo û wêneya Mihemed belav bû, ku Sîdo bi şêweyekî tund û hovane hatibû eşkencedan. Ew kiryar ji aliyên Kurdî û hin erebî cîhanî ve hate şermezarkriin, lê tevî wê yekê hîn jî çarenivîsa zarokê bi navê Mihemede ne diyar e û her dem banga xuyakirina çarenivîsa Mihemedê nexweş û astengdar tê kirin .

Ş.E



897