Çekdaran bi 100 otombêlî girtin ser gundên Efrînê

Çekdaran bi 100 otombêlî girtin ser gundên Efrînê

Jun 22 2019

ARK NEWS .. Di çarçoveya du rojên bûrî de di dehan welatiyên Kurd yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê girûpên çekdar ve bi bihaneyên dûr ji rastiyê hatin revandin . Hilmeta wan bi 100 otombêlî hate encamdan .

Girûpên çekdar bi hilmeteke berfereh ya revdina welatiyên Kurd rabûn, bi bihaneya ku têkilî û peywendiya wan bi PYDê re heye, û li hember serbestberdanê pereyan dixwazin .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raportên xwe de eşkere kir ku : Çekdarên polîsên leşkerî Pênşema Bûrî 20/6/2019an, bi 100 otombêlî girtin ser gundên Şêrewa û yên ser bi navenda Efrînê ve, bi bihaneya ku peywendiya wan bi PYDê re heye û di dema wê hilmetê de pirsa nivêjê ji welatiyan dikir .

Gundên ku rastî wê himetê hatine ev in : Keferzît, Tilif, Til Hemo, Kifêrê, Kokebê, û Êndarê .

Kurdên ji Keferzîtê hatine revandin her yek ji moxtarê gund : Zuhêr Ezîz 50 salî .

Xelîl Hesen Ebdo 60 salî .

Mihemed Ferîd 40 salî .

Ebdo Mehmûd 36 salî .

Ednan Ebdo Hemo 35 salî .

Mihemed Hesen 50 salî .

Umer Mihemed Hesen 20 salî .

Beşar Mihemed Hesen 15 salî û Elî Gule xeyrî 39 salî, serbarî dermansazê ereb yê bi navê Seid 27 salî ji gundê Tilifê bi tenê ji ber ku piştevaniya kurdan kiribû hatin revandin, lê piştî demijmêrekê hate berdan .

Heman rêxistinê daye zanîn ku hin dengûbas hene ku li hember serbestberdana wan 200-250 hezar L.S lêreyên Sûrî hatin xwestin .

Li aliyekî din li gundên Keferdelê Jêrin û Jorin, Gazê, û Keferzîtê Şevê roja Înê û di roja Înê 21/6/2019an de, bi heman hilmetê rabûn, lê vê carê bi bihaneya ku çek di gund de hene û di dema pişkinînê pere û telefonên welatiyan dizîn. Her yek ji kurê moxtarê Keferzîtê Ibrahîm Zuhêr Ezîz 15 salî, Xêro Hesen Xêro 39 salî, Dijwar Mecîd Hac Xelîl ji gundê Tilifê revandin .

Û pereyên her yek ji Mihemed Hesen ku 100 hezar L.S bû û 75 hezar ji Ebdo Mehmûd dizîn herwiha sê mator ji moxtar û Mihemed Hesen Silêman û Ednan Ebdo hemo dizîn .

Di dema girtina ser gundê Keferdelê hijmarek ji ciwanên gund rastî lêdanê li pêş çavên şêniyên gund hatin, û zêr, pere û 5 mator û pîkapa moxtarê gund Mudtefa Ebdulqadir Xoce destese kirin .

Her yek ji Ebdulrehman Ebdulqadir
Umer Xilo
Mustefa Xilo
Cemal Husên û yek ji malbata Zîbo hatin revandin . Herwiha li welatiyekî bitemen bi navê Hac Xelîl Umer 80 salî dan û pereyên wî dizîn . Şukrî Mihemed Mustefa û Şukrî Welîd ji Keferdela jorin revandin .

Li navçeya Raco jî çekdarên Feyleq EL Şam li gundê Gewanda gef dan hersê bira Henan, Hebîb û Şêxo remzî û ji malên wan derxistin, û neçar kirin ji gund derkevin .

Derbarê şewata ku bi herdu gundên Badîna, û Dimilya ketiye, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ronî xistiye ser ziyanan û got ku 2000 dar ji bilî darên biber şewitîne herwiha di 19/6/2019 girûpeke nenas agir bi çiyayê gundê Basûtê xist .

Ji despêka derbasbûna Turkiyê, û girûpên çekdar ji herêmê re, piroseya girtin û revandin bi bihaneya ku peywendî bi PYDê re heye berdewam e, lê welatiyên Efrînê tekez dikin ku mebest ji wê yekê afirandina fişarê li ser kurdan e da ku kurdên mane jî dest ji mal û milkên xwe berdin .

Ş.E

436