Rojîn Mehmûd keça Qamişlo li Nimsayê binav bû
Jun 18 2019
ARK NEWS .. Li welatê Nimsayê penabereke Kurd ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di çemekê de binav bû û jiyana xwe ji dest da, ta niha jî termê wê nehatiye dîtin.
Jêdereke nîzîkî ji malbatê ji ARKê re ragihand ku duh 17/6/2019an penabera bi navê Rojîn Mehmûd di çemeke Viyêna paytexta Nimsayê binav bû û ta niha termê wê nehatiye dîtin .
Jêderê herwiha da zanîn ku ji duh hewla dîtina termê wê ji aliyê tîmên peywendîdar ve berdewam e .
Rojîn Mehmûd ji gundê Cirnikê yê Qamişlo ye 18 salî, ji beriya 3 salan berê xwe dabû welatê Nimsayê.
Ş.E
577