Birîmo: Em hewl didin bibin ekterekî sereke li Sûrye û li Kurdistana Sûriyê

Birîmo: Em hewl didin bibin ekterekî sereke li Sûrye û li Kurdistana Sûriyê

Jun 16 2019

Sibe Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûrya li Hewlêrê dicive û di civînê de dê mijarine cor bi cor werin gengeşekirin.

Derbarê naveroka civînê Nûurî Birîmo endamê Komîteya Navendî got ku civîn asayî ye û ew ê di civînê mijarên rêxistinî, rewşa siyasî li Kurdistana Sûriyê û li Sûriyê bi giştî, nirxandina karê Partî û karê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê gengeşe bikin.

Birîmo di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê got ku ew ê çawaniya beşdariya xwe di guhertin û pêşhateyên Sûriyê de ku bibin ekterekî sereke û rola wan di pêşerojê de tevî zehmetiyan û tevî destihlatdariya Partiya Yekîtya Dîmuqratîk PYD, gengeşe bikin.

409