Mihemed Isma'îl: Ji ber xebata PDK-S mirovê kurd li Kurdistana Sûriyê cêwaz e

Mihemed Isma'îl: Ji ber xebata PDK-S mirovê kurd li Kurdistana Sûriyê cêwaz e

Jun 15 2019

Mihemed Isma'îl Berpirsê Rêvebir yê Polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya got ku ji ber kar û xebat û damezrandina Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya mirovê kurd li Kurdistana Sûriyê di asta xwe ya zansitî û rewşenbîrî û hizrê neteweyî de ji mirovê kurd li parçeyên din yên Kurdistanê cêwaz e.

Di salvegera 62an ya damezrandina Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriyayê de, Isma'îl di lêdwaneke taybet de j bo ARKê got damezrandina Partî berhemê kar û xebata gelê kurd li Sûriyê ye û Partî hilgirê hizra neteweyî ya kurdî û hilgirê omîdên gelê kurd li Kurdistana Sûryê ye û karî li ser Rêbaza Barzaniyê Nemir, Rêbaza Dislozî û Canfîdayiyê bimîne.

Isma'îl herweha got damezrandina Partî bû bingeha Bizava Rizgarîxwaz, û karî bi hêz hizra neteweyî ya kurdî di singa mirovê kurd li Kurdistana Sûryê de biçîne, û malek tuneye ku endamekî wan di nava Partî de kar û xebat nekiriye, û Partî bûye alava bicîkirina omîdên gelê kurd ji bo gehiştin bo mafên xwe yên rewayî.

489