Şahîn Ehmed: PDK-S bû dengê Kurdan li Sûriyê

Şahîn Ehmed: PDK-S bû dengê Kurdan li Sûriyê

Jun 15 2019

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya Şahîn Ehmed got damezrandina Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûrya weke yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûryê qonaxeke girink bû ji dîroka gelê kurd li Sûriyê.

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo ARKê bi helkefta salvegera 62an ya damezrandina yekemîn partya siyasî ya kurdî li Sûriyê Ehmed got partî bû dengê gelê kurd li ser asta Sûrî û neteweyî Kurdistanî û navdeweltî jî û berevanî di ber de jî kir û rola kurdan li Sûriyê derxist holê.

475