Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya Kurdistanê dê bibe ban û sitara gel û hemû aliyên Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya Kurdistanê dê bibe ban û sitara gel û hemû aliyên Kurdistanî

Jun 10 2019

Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî sondxwarinê di axaftina xwe de ragihand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe banê yekrêzî û komkirina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên etnîkî û olî yên hemû bîr û baweriyên ciyawaz.”

Îro di merasîmeke mezin de bi amadebûna bi sedan mêvanên ji Kurdistan, Iraq û welatên din ên cîhanê, Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û spasiya hemû wan kesan kir ku deng dane wî, herwiha spasiya wan kesan jî kir ku dengê xwe nedane wî, diyar kir: “Tiştê giring berdewambûna proseya demokrasiyê bû li Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Cenabê Serok Barzanî roleke giring û sereke di bersivdana terorîstan û têkbirina xewna tarîperest û wêrankeran de lîst, cenabê wî weke Fermandarê Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi hemû şiyana xwe rasterast beşdarî berevanî û parastina Kurdistanê bû.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Di qonaxên dijwar de, ji bilî rola leşkerî ya yekalîker û bilindkirina moral û baweriya Pêşmerge li bereyên şer, cenabê Serok Barzanî bi ezmûna xwe ya nêzîkî 55 salan xebat û têkoşîna xwe di şoreş û serkirdetî û rêbertiya şoreşê de bi hîkmet û zanîn û şarezayiya xwe gelê Kurdistanê ji gef û metirsiyên rasteqîn bo qeraxên aramiyê derbas kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ev merasîma îro jî, ku zadê proseya demokrasî ye, berhema xebat û têkoşîn û xwenetewandina cenabê Serok Barzanî û têkoşerên gelê me ye, berhema xebata wan e ber bi demokratîkkirina Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Piştî raperîna sala 1991ê di civîneke cemawerî de li Koye, bo yekem car cenabê Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo rêvebirina Herêma Kurdistanê hilbijartin were kirin, gelê Kurdistanê jî nûnertiya xwe di prose û dengdaneke demokratîk de hilbijêre. Xebat û têkoşîn û serkirdetîkirina Serok Barzanî îlhambexşê me ye ji bo avêtina gavên rast ber bi siberojê.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Pêşmerge îsbat kiriye ku weke her demê dikare berevaniya welat bike. Emê di qonaxên bê de hemû hewlên xwe bidin ku ji hemû aliyan ve Pêşmerge were rêkxistin û were bihêzkirin û weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, maf û heqên xwe yên destûrî bi dest bixe. Em spasiya hevpeymanan dikin ku ji bo vê mebestê alîkar û piştevan in.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal a destûrî ya Iraqê, îsbat kiriye ku beşeke diyar û bi bandor a navçeyê û civaka navdewletî ye û rola wê ya berçav di parastina seqamgîrî û hevsengiya aborî û siyasî li navçeyê heye. Hemû pêşketinên siyasî û aborî û ferhengî û civakî yên navçeyê û cîhanê jî, bandora wan a rasterast li ser Herêma Kurdistanê heye.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Civaka me wek hemû civakên din, ne bê daxwazên maf, azadî û xweşguzariyê ne. Em beşek in ji mirovatiyê, ne bê pirsgirêk û pêşbirka siyasî ne, lê bila em lihev, teba û saz bin, ev jî ne daxwazek li derveyî karîna me ye.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe sîwan û sitara hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên etnîkî û ayînî yên Kurdistanê, bi hemû bîr û hizrên cuda ve.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Wek Serokekî çend salên dahatî daxwaza min ew e, bi hev re arasteya hevbeş destnîşan bikin û bi hev re kar bi Iraq, welatên cîran û welatên cîhanê re bikin, ji bo rewşa guncaw dabîn bikin û jiyan û xizmetguzariyan ber bi pêş ve bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Ti altirnatîfek ji destûrê re tune ye, bi ezmûn jî me dît jî piştguhkirina bi mebest û bê mebest a destûrê bû sedema pirsgirêkan di navbera pêkhateyan de. Ji ber wê girîng e bi karê hevbeş rêzê li destûrê bigirin û bicih bikin, ji bo ew karesatên Şingal û Mûsilê dubare nebin û tarîperestên DAIŞê neyin navçê.”

Herwiha got: “Di dîroka dûr û nêzîk de, şer bûye sedema wêrankariya aborî. Gelek car jî nayê bîra şerfiroşan, ku agirê şer bi mala wan jî dikeve, wek nimûne rêjîma berê ya Iraqê êrîşî ser Kurdistan, Îran û Kuwêt kir û li dawiyê Iraqê wêran bû û hejmarek mezin ji xelkê bêguneh hatin kuştin. Heta niha jî xelkê Iraq û Kurdistanê baca wê siyaseta şaş didin. Bila birînên berê bi lêborînê derman bikin, ne bi tolvedanê.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Gelê Kurdistanê her dem daxwaza mirovdostî û jiyandostiya xwe nîşan bide, cihê şanaziyê jî gelê Kurdistanê rê nedaye şerê rêjîmên berê yên Iraqê li ser Kurdistanê bibe şerê di navbera Kurd û Ereb de.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir, pêwîst e samanên xwezayî û dewlemendiya heye, di xizmeta gel û welatiyan de bê bikaranîn.

767