Turkiya .. Penaberekî Efrînî bû qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Turkiya .. Penaberekî Efrînî bû qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Jun 06 2019

ARK NEWS .. Di yekem roja cejna remezanê 4ê Hizêrana 2019an de, penaberekî Kurd xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bû qurbaniya bûyereke hatûçûnê, û jiyana xwe ji dest da .

Rodîn Şêxo, ku bi xwe ji gundê Qermitliq, yê navçeya Şiyî, ya Efrînê ye, li bajarekî Turkiyê rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da .

Rodîn Şêxo jidayîkbûyê 1983an e, bavê du zarokan e, û di dema şerê Sûriyê ji Efrînê derketibû, û berê xwe dabû Turkiyê .

Termê penaberê kurd ji Turkiyê bo nav xaka welêt hat veguhestin, û duh 5ê Hizêranê li gundê xwe, bi xak hate spartin .

Ş.E

980