Girkê Legê .. 50 hezar li ser xwediyên deraseyan hatiye sepandin
ARK NEWS TAYBET .. Li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve rêveberiya PYDê gujme û tibabek din li ser welatiyên kurd nexasim xwediyê patoz û deraseyan sepand .
Jêderek taybet 25 Gulana 2019an ji nav bajarokê Girkê Legê taybet ji dezgeha ARKê re ragihand û nexwest navê wî were eşkerekirin ku rêvberiya PYDê 50 hezar lêreyên sûrî li ser xwediyên deraseyan ew jî dema hewila didin madeya mazotê bikirin sepandiye .
Jêderê li ser zarê xwediyê deraseyekê da zanîn ku dema pilêta kirîna mazotê bi dest xwe ve xistiye da ku 600 litrî ji xwe re bikire li cihê kirinê dît ku bi bê dayîna 50 hezar nikare mazotê bikire ku ew 50 hezar wek bac hatiye sepandin û destnîşankirin.
Bi bê wergirtina pilêta kirîna mazotê xwediyên patozan nikarin bikirn di dema kirînê de divê ew pere were dayîn .
Heman jêderê tekez kir ku yek litir mazotê bi 50 lêreye sûrî û her kesek pereyê sepandî nede nikare mazotê bikire û bi dayîna bacê nirxê yek litir bi derdora du carî li ser xwediyên derase û patozan radiweste .
Li aliyekî din li herêma Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê biryarek derbarê kirîna genim û ceh ji cotkaran derket ku cûdahî bi 30 lêreyên sûrî navbera nirxê destnîşankirî yê PYDê û rêjîmê de hebû û ji ber nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê rêveberiya PYDê 10 lêreyên sûrî zêde kir tevî wê yekê jî nerazîbûn berdewam e û banga wekhevîkirina nirxê bi yê rêjîmê re tê kirin .
Ş.E
483
