Egîd bo ARKê : ENKSê di civîna Asîtana de beşdar nabe

Egîd bo ARKê : ENKSê di civîna Asîtana de beşdar nabe

Jul 22 2018

Endamê desteya danûstandkar ya Hevpeymaniya Niştîmaniya Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê ragihand: vê carê dê danûstandinên Astîtana li bajarê Sûtşî yê Rûsiyê wê were lidarxistin.

Hewas Egîd bal kişand ser wê yekê û got : tenê nûnerên girûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê û şanda rêjîma wê di civînê de beşdar bibin.

Herwiha Egîd eşkere kirê: Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê di wê civîna Asîtana de beşdar nabe ji ber ku nûnerên wê yê leşkerî berê jî li Asîtana beşdar nebûn .

702