PYDê serkirdeyek û endamekî PDK-Sê li Dêrikê revandin
ARK NEWS... Careke din zincîra revandina serkirde û endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, ji aliyê çekdarên PYDê li deverên di bin destê wê de li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.
Îro 28ê Berçileya 2022yan, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çekdarên PYDê Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê revand, herweha Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê revand.
JI aliyê xwe ve jêdera ARKê tekez kir ku ta niha çarenivîsa wan ne diyar e, sedemên revandina wan û tometên ku li ser wan hatine sepandin, ne diyar in.
Ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, berdewam serkirde, çalakvan, endam û alîgirên ENKSê direvîne, mebest jê li gorî çavdêrên siyasî, terorkirina siyasî ye.
Ş.E
374
