Qedexeya giştî li Hesekê û ya sînordarkirî li navçeyên din hat ragihandin

Qedexeya giştî li Hesekê û ya sînordarkirî li navçeyên din hat ragihandin

Jan 24 2022

ARK NEWS ..Ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser zindana Sina`a li bajarê Hesekê û berdewamiya şerûpevçûnan navbera QSDê û çekdarên DAIŞê , PYDê qedexeya giştî li Hesekê û qedexeya sînordarkirî li navçeyên din li R.Kurdistanê bo dema heftiyekê ragihand .

Qedexeya çûnûhatinê Îro rêkefta 24/1/2022 kete warê cîbicîkirinê de û ta dawiya vê mehê wê berdewam bike.

Li gorî biryara PYDê saziyên xizmetguzariyê mîna nanxane, aş, navendên tenduristiyê , sûtemenî û bajêrvanî li xwe nagire .

Derbarê qedexeya sînordarkirî li navçeyên din li Rojavayê Kurdistan ew jî Îro kete warê cîbicîkirinê de û qedexa ji demijmêr 06:00`ê êvarê dest pê dike ta 06:00`ê sibehê , serbarî ,herweha di dema qedexeyê de tevgera çûnûhatina di navbera bajaran de jî tê qedexekirin


247