Hêzên Hevpeymaniyê û QSDê li derdora zindanê hatin bicihkirin
Jan 23 2022
ARK NEWS .. Bi armana ku careke din zindana Sina`a li taxa Xiwêran li Hesekê vegere bin kontirola QSDê de , hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û QSDê berê xwe dan derdora zindanê li Xiwêran.
Jêderek Xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku ji ber berdewamiya Şerûpevçûnan navbera QSD û DAIŞê de li zindana Sina`a û derketina wê zindanê ji bin kontirola QSDê ,Îro hêzên zêde yên bi ser Hevpeymaniya Navdewletî û QSDê berê xwe dan derdora zindanê li Xiwêran , û li wê derê hatin bicihkirin , bi armanca ew zindan careke din vegere bi kontirola QSDê.
547
