Herêma Kurdistanê armanckirina boriya petrolê şermezar kir

Herêma Kurdistanê armanckirina boriya petrolê şermezar kir

Oct 31 2020

ARK NEWS... Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê terorî ya armanckirina boriya şandina petrola Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.

Li gorî daxuyaniyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşema borî, boriyê şandina petrola Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin û di encam de proseya şandina petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, vî karê terorî şermezar dike û dibîne, ev cur e kiryar rewşa Herêmê û navçeyê zêdetir aloz dike.

Di daxuyaniyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî rê nade gef li berjewendiyên wê bê kirin û dest bi qûtê xelkê herêma Kurdistanê bibirin. Lêkolînên ji bo eşkerekirina encamderên vê êrîşê, berdewam e.

Kurdistan 24

381