Efrîn .. Kiryarên nijadperestî derheqê Kurdan de berdewam e

Efrîn .. Kiryarên nijadperestî derheqê Kurdan de berdewam e

May 07 2019

ARK NEWS .. Îro 7ê Gulana 2019an Perçevîdoyek li ser torên civakî belav bû tê de diyar dibe ku sindoqek bi tirêksan ji jêr zeviya navçeya Cindirêsa Efrîna Rojavayê kurdistanê derdixînin û bi danê sibê li pêş çavan û girtina wêneyan şûnwarên û xêr û bêrên Efrînê têne dizîn.

Lê hin jêderan ji ARKê re dane zanîn ku eger hebe ku ew sindoq ji paşmayên PYDê û çek û teqemeniyên wan be lê hîn jî ne hatiye tekezkirin .

Di heman dema belavbûna wê perçevîdoyê Rêxistina Mafê Mirovan li ser rûpela xwe perçevîdiyok belav kir tê de diyar dibe ku zeviyên çandiniyê ji ber gerîna ji şûnwaran re hatine têkbirin.

Ji bilî wê yekê Rêxistina Mavê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ronî xist binpêkirin û kiryarên şofînî di derheqê kurdan de û got ku li rêbenda gundê Amera çekdarên Şerqiyê hin welatiyên kurd bi tometa têkiliya wan bi PYDê re li wan xistin lê piştî ew tomet dûr ji rastiyê derket gotinên şofînîn wek madam hûn kurdin em dê li we bidin arastey wan kirin " .

Li aliyekî din di navenda Encûmena Efrînê de dema xelkê kertên nasnameyên ser bi çekdaran ve derdixitin erebekî rewşek tevlîheviyê çêkir û hin gotinên şofînî û nijadperestî kirin .

Li dewera Maratê jî çekdarên ser bi Ehrar El Şerqiyê ve malbatek kurd ji mal derxist bi behaneya ku mal ya kesûkarên wan e ne ya malbatê ku têde niştecî bûne û li hember mana wan 10 hezar lêreyên sûrî sepandin
Heman çekdaran pawankariyê bi erebên nû ji Idlibê hatine dikin û di malên kurdan yên desteserkirî de li hember 100 – 300 dolarê Emerîkî de bi cî dikin .

li gundê Qermîtliq jî çekdarên Emşat erebên Idlibê di malên ku kurd tê de rûniştî ne neçar dikin bi wan malbatan re niştecî bin .

Ji çend rojan ve di encama êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê li ser Idlibê bi sedan malbat berev Efrînê hatine û hîn jî pirose berdewam e ku hijmara derbideran îro gihişt 300 hezar berbiderî li Herêmên di bin destê girûpên çekdar de xwe girtine û ziyana herî mezin digihîne Efrîna Rojavayê Kurdistanê û demoxrafiya wê tê guhertin .

Ş.E

848