OFÎSA RAGIHANDINÊ YA ENKSÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO CIVÎNEK LIDAR XIST

OFÎSA RAGIHANDINÊ YA ENKSÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO CIVÎNEK LIDAR XIST

May 04 2019

Roja pêncşemê 2ê Gulana 2019an ofîsa ragihandinê ya ENKSê,bi beşdarbûna endamên ragihandinê ji herêmên cûda yê bi ser ENKSê ve herwiha bi beşdarbûna berpirsiyarê ofîsa ragihandinê M.BEHCET Şêxo , û destaya serokatiya ENKSê jî M.Mihemed Isma’îl û M.Silêman Oso,li bajarê Qamişlo civîneke fireh lidarxistin.

û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan, Piştre M.Behcet Şêxo,bi xêr hatina beşdaran kir,û piştre gotin da serokatiya ENKSê M.Mihemed Isma’îl û M.Silêman Oso.Herwiha mamoste Mihemed Isma’îl,kêf xweşiya xwe da xuyakirin ji ber kar û xebata endamên ofîsa ragihandinê û tekez kir li ser pêşketina hemû aliyên ragihandinê ji ber vê yekê pêwîstî bi perwerdaya berdewam heye, di der babetên ragihandinê de, Herwiha M.Mihemed Isma’îl,li ser rewşa siyasî û bi taybet li ser bûyerên herî dawî rawestiya û şirovekir .

Ji rexê xwe ve M.Silêman Oso jî, axifî û anî ziman di der barê ragihandinê de û got: ” ragihandin jiyana kar û xebata ENKSê ye, ku ne ji ragihandinê be , wê dengê ENKSê kêm be”

Oso berdewam kir û got :” ji bo vê yekê divê em li sre xalên lawaz rawistin û em çareser bikin,bi awayekî serkeftî”.

Û di dawî de hemû endamên beşdar nerînên xwe dan xuakirin, ji bo pêşketina ofîsa ragihandinê ya ENKSê.


JÊDER: Ragihandina ENKS ê

381