Şehîd Welat Hisê di salvegera terorkirina wî ya 11an de
Di rojeke weke îro de beriya 11 salan, ciwanê Kurd Welat Hisê ji aliyê çekdarên PYDê ve hate armanckirin û şehîd bû.
Roja 9ê Mijdara 2012an, xelkê Kobanê derketin xwepêşandanekê li dijî Rêjîma Esed, ew xwepêşandan bi beşdariyeke berfereh bi rê ve çû.
Çekdarên PYDê xwepêşander bi guleyan armanc kirin û di encamê de Welat û 3 ciwanên din birîndar bûn û bo nexweşxaneya Kobanê hatin veguhastin.
Ji ber birînên dijwar, Welat, ciwanê (18 salî) bo nexweşxaneyeke bajarê Intabê yê Bakurê Kurdistanê hate veguhastin û piştî demekê canê xwe ji dest da.
PYD bi destekî ji hesin xwepêşandanên ku li dijî Rêjîma Esed dihatin kirin, serkut dikirin û herdem xebatkarên Kurd ji siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanan armanc û terror kirine û ta niha çarenivîsa hejmarek revandî ne diyar e.
84