Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Idlibê de berdewam e
Apr 29 2019
ARK NEWS..Hêzên Rêjîma Esed û balafirên şerker yên Rûsî di armanckirina deverên bin kontirola opozisyona Sûriyê li Bakûrê Sûriyê de berdewame .
Her li gorî jêderên xwiçehî dane diyarkirin ku ji duh ve deverên li jêr kontirola opozisyona Sûriyê li gundewarê Idlibê û Hemayê ji aliyê çekdarên Rêjîma Esed û Rûsiyê ve têne armanckirin,û serbar kirin ku di encama wan êrîşan de şeş welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bihtirî deh kesên din di nava wan de zarok û jin jî hebûn birîndarbûn.
806