Domîz... PDK-Sê li rewşa Pêşmergeyekî Eylûn û Gulanê pirsî

Domîz... PDK-Sê li rewşa Pêşmergeyekî Eylûn û Gulanê pirsî

Mar 03 2020

ARK NEWS... Şandek ji rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, duh roja Duşemê 2ê Adara 2020Î, seredana Pêşmergeyekî kevin kir.

Şanda PDK-Sê ku ji Mihemed Emîn Ebas endamê Komîta Navendî ya Partî, û hin endamên Komîta Herêmî pêk dihat seredana Eqîdê Pêşmerge Elî Nemo li bajarokê Domîz yê Duhokê kir, û li rewşa wî pirsîn û hêviya tenduristiyek baş jê re xweistin.

Pêşmerge Elî Nemo di herdu şoreşên Eylûn û Gulanê de beşdarî kiriye, û ji sala 1967an tevlî hêzên Pêşmerge bûye.

Pêşmerge Elî Nemo, xelkê gundê Rik Ava yê Dêrika Rojavayê Kuridstanê ye, û di gelek şer û cengên ku hêzên Pêşmerge li dijî rêjîmên desthelatdar rabûne li Iraqê de, kiriye.

Ş.E

366