Pizîşkên Bê Sînor : 450 hezar kes ji Idlibê derbider bûne

Pizîşkên Bê Sînor : 450 hezar kes ji Idlibê derbider bûne

Aug 06 2019

ARK NEWS .. Rêxistineke Siwêsrî eşkere kir, ku di dema dawiyê de ji ber gurbûna êrîşan li ser deverên cuda cuda li bakurê Sûriyê bi hezaran xelkên wê deverê derbider bûne .

Di daxuyaniyekê de Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor ragihand, ku di encama berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê li ser bajarê Idilbê û gundewarê wê bi taybetî di vê dema dawiyê de herî kêm 450 hezar kes derbider bûne, û berê xwe dane deverên sînorî .

Heman rêxistinê da xuyakirin, ku piraniya wan derbideran li çolê dimînin û di rewşên pir xirab de dijîn û serbar kir, ku piraniya wan derbideran pêwîstiya wan bi av û xwarin û guhedana tendirustî heye .

485