Sudan 5 zarokên xwe yên li cem DAIŞê bûn wergirt

Sudan 5 zarokên xwe yên li cem DAIŞê bûn wergirt

Apr 23 2019

Hate ragihand ku çekdarên PYDê 5 zarokên çekdarên DA'IŞê yên xudan regeznameya Sudanî radestî hikumeta welatê wan kirin di çarçoveya radestkirina çekdarên DA'IŞê yên biyanî ji bu welatên wan .

Li gûrî zaniyariyên ARKê ku çekdarên PYDê 5 zarokên Sudanî yên ku dinav refên DA'IŞê de bûn radestî şandeyê wezîrê derve yê Sudan Bedrildîn Elî li bajarê Qamişlo kirin .

Şandeyê wezîrê derve yê Sudan Bedrildîn Elî ji dezgehên raghandinê re eşkere kir ku ev radest kirin hat li ser daxwaza malbatên wan zarokan ji ber rewşek wan ya taybet heye, ku dayik û bavê wan hemiyan hatine kuştin .

Berpirsê çekdarên PYDê yê binavê Kemal Akif ji aliyê xwe ve raghand ku ev radest kirin ne ya yekê ye ku berya neha hejmarek zarokên Rûsî û Ferensî jî ji bu welatên wan hatibûn radest kirin .

613