Dîroka Kurdistana Sor û damezrênerê wê

Dîroka Kurdistana Sor û damezrênerê wê

Apr 21 2019

ARK NEWS .. Komara Kurdistana Sor bi serokatiya Wekîl Mustefayîf yek ji komarên ku ji ber nebûna alîkarî û piştevaniyê hatin şikandin ku damezrênerê wê komarê yek ji nîşan û subola Kurdî li herêma Qerebax û peytexta wê Lecîn bû û roleke wî bihêz di wê komarê de hebû .

Komara Kurdistana Sor rêveberiyek xweser li xwe digirt di despêka deshelatdariya Lîlîn di 7ê Tîrmeha 1923an de hate damezrandin û paytexta wê lecîn bû û bajarên Kilbajar Qubadlî ya di herêma Qerebax li xwe digirt lê di Nîsana 1929an ew komar hat hilweşandin .

Rêjeya kurdan di wê komarê de 72/100 ango 37120 kes bûn lê ji ber kiryarên qirkirin û tunekirina rêjîma sofîyet li Qefqasê hişt ku hebûna kurdî bihele .

Ji bilî wê yekê siyaseta Stalîn li hember kurdan hêla ku kurd cî û warên xwe bi cih bihêlin û bi hezaran ji Ezerbîcan û Ermîniya û Corciya berev Kezexistanê biçin ku ew pêla koçberiyê biser hemû kêmnetew wek Şîşan ebxaz daxistanî di salên 1935 ta 1944 hat û hijmerk biçûk vegeriyan warên xwe .

Rewşa kurdan weha berdewam kir heta ku Yekitiya Sofiyet hilweşî pişre Ermeniyan dest danîn li ser herêma Nakor û Qerebax û Herêmên Kurdî.

Serokê Kurdistana sor Wekîl Mustefyîf piştî hiweşandina komarê di sala 1929an de berê xwe da Îtaliya ji wir beriya jiyanjidestdana wî bi 3ê salan li Biroksêla Belcîka ma .

Komara Lacîn ya kurdî ji ber nebûna piştgrî û piştevaniyê di çend salan de hat rûxandin û sedemên wê ew bû ku kurdên Ezirbîcanê ew Komar red kir lewma komar hilweşî û serokê wê Wekîl Mustefayîf wek penaberekî siyasî berê xwe da Îtaliya û ji ber nexweşiya xwe di 19ê Nîsana 2019an di temenê 85salî de jiyana xwe ji dest da .

Di dîroka kurdî de bi sedan komar û wîlayet û rêveberiyên xweser hatin damezrandin lê ji ber nebûna alîkarî û nerazîbûna welatên dagirkerên Kurdisatnê ew wîlayet dihatin hilweşandin û rêgirî bi çi şêweyekî dihar kirin .

Ş.E

1014