Elmu'elim: Tramp tiştekê ji yasayê nizane û em ê di nêzîk de Colanê vegerînin

Elmu'elim: Tramp tiştekê ji yasayê nizane û em ê di nêzîk de Colanê vegerînin

Apr 21 2019

Wezîrê Derve yê Rêjîma Esed got ku serokê Emerîka Donald Tramp tiştekê ji yasa û jiyografîkê nizane û ew ê di demeke nêzîk de Colanê vegerînin.

Li gorî ajansa Tesnîm ya Îranî derbarê binavkirina Pasdarên Îranê weke terorîst ji aliyê Emerîkayê ve wezîrê Derve yê Rêjîma Sûryê Welîd Elmu'elim got ku Tramp tiştekê ji rewşa navçeyê û nejî ji jiyografiyayê û nejî ji yasayê nizane û tu biriyaran di xizmeta berjewendiyên Îsraîlê de nastîne.

Elmu'elim derbarê rewşa bilindahiyên Colanê got ew ê di demeke nêzîk de Colan vegerînin.

Derbarê peywendî û hevkariya navbera Rêjîm û Îranê de Elmu'elim got civîn û seredan navbera wan û Îranê de di demê xwe de û bi şêweyekî bi berhem tên.

580