Teqînek li Minbicê rûda
Li bajarê Minbcê ku di bin kontirola çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê, teqînek rûda.
Li gorî jêderine xwechî ku şeva borî demjimêr 08.10 xulek kesekî nenas bombeyek avête nava embareke xwarinê li nêzîk filkeya Elsefîne ya nava bajarê Minbcê û di encamê de ziyaneke madî gehşit wî cihî û ziyan tenê madî bûn.
Li bajarê Minbcê navberea dem û demekê de teqîn rûdidin ku beriya demekê hejmarek leşkerên Emrîkî jî di encama teqînekê de li nava Menbicê jyana xwe ji dest dan.
Li gorî beriya niha hatiye ragihandin ku Emerîka û Turkyê li ser pêşeroja bajarê Minbcê li hev kirine û ji bo wê yekê nexşerêyek danîne ku çekdarên PYDê bi tmamî ji wê navçeyê derkevin.
485
