Milîsên Îranî û Rûsî bi hev ketin
ARK NEWS .. Şer û pevçûnên giran di navbera milisên Îranî û hêzên Rûsî li herdu parêzgehên Dêrezor û Helebê rûdan di encamê de kuştî û birîndar ketin .
Ejansa Anadol ya Turkî li ser zarê jêderên xwe belav kir ku sedemên rûdana şer li Dêrezorê ew bû ku milîsên Îranî li rêbendeke xwe kerwanek leşkerî ya polîsên Rûsî li bajarê Meyadîna Rojhilata parêzgehê rewastand piştre nakokiyên devkî rûdan û ew nakokî ji bo şer û pevçûnan hate veguhestin û bi hev ketin .
Heman ejansê behsa ziyanên wî şerî kir û got ku 2 ji milîsêm Îranî hatin kuştin û 4 ji polîsên leşkerî ji hêzên Rûsî birîndar bûn .
Li aliyekî din li parêzgeha Helebê li firokxaneya nevdewletî ya rojhilata bajêr şer di navbera herdu aliyan de derket lê hîn ziyanên rasteqîne nehatine diyarkirin .
Bi tenê jêderên agahdar dane zanîn ku şer piştî xwestina hêzên Rûsî ji Heresa Sewriya Îranî bi valakirina firokxaneyê hatibû rûdan .
Di heman mijarê de di despêka meha Nîsanê de çekdarên Sûhêl Hesen yên ser bi Rûsiyê ve û Furqeya 4an ya bireyê serokê rêjîmê Mahir Esed bi hev ketibûn ew jî li ser berferehkirina hejmonê li ser xakê ye .
Çavdêrên siyasî dibêjîn ku şer û pevçûnên dawiyê navbera milîsên Îran û Rûsiyê li ser xaka Sûriyê de wek bi şerê sar navbera herdu aliyan de bi nav dikin û mebest jê berferehkirin û desteserkirina ser zeviyan e .
Her di vê derbarê de Rawengeha Sûrî ya Mafê Mirovan bal kişand ser ku nakokiyên Îranî û Rûsî li ser xakê li Sûriyê di hevdemê kirîza aborî diqewimin û her aliyî dixwaze biryara xwe li ser axê bisepîne û biçespîne da ku biryar bi destê wî de be .
Şirovekarên siyasî radighînin ku di dema dawiyê de Rûsiya hewil dide bi her şêweyekî cih li şûna Îranê li Sûriyê bigire nexasim Rûsiya girêbest û hevpeymaniyan bi Turkiyê re çêdike ku nakokiyê wan li ser bajarokê Til Rifet yê helebê paştirîn nimûneye li ser nelihevhatina Îran û Rûsiyê .
Ş.E
590
