Zaza: Hinek rêgir hene nahêlin kongirê PDK-Sê were lidarxistin
Endamê komîta navendî ya partiya dîmuqirata kurdistan Sûriya raghand ku bawerya jinavbirina rêxistna DA'IŞê li rojhilatê çemê feratê dure ji rastiyê ji ber ku rêxistna DA'IŞê xudan şaxin mezine li nava Sûriyê û dervey wê jî .
Endamê komîta navendî ya partiya dîmuqrata kurdistan Sûriya Neşet Zaza ji malpera encumena niştmanî ya kurd li Sûriyê re raghand ku DA'IŞê bi asanî ji rojihlatê çemê feratê nayê jinavbirin û diyar kir ku PYDê her dem girtyên da'şêDA'IŞê serbest ber dide û eşkere kir ku berdamberî vê yekê hîn kesayetên xudan dîrok û rol û bandor ji miletê kurd li kurdistana Sûriyê di zindanên PYDê de ne .
Derbarê bajarê Efrînê Xaza da diyar kirin ku Efrîn û êşa wê di hemî civînên wan de amedene û çendîn dem ew zilim û fşar li ser wan berdewam bike, wê rojek bê û ev yek bidawî were .
Derbarê kongirê partiya dîmuqrata kurdistan Sûriya PDK-Sê , Zaza diyar kir ku geleke kêşe hene nahêln ku kongir were lidarxistin mîna cihê kongir û hejmara kesên amede bibin û şêweyên nuneratya rêxistinan û rêjeya jin û ciwanan û çawaniya beşdariya dezgehên leşkerî û yên din , herweha hindek kêşeyên din .
667
