Li Dêrazorê PYDê welatiyek kuşt

Li Dêrazorê PYDê welatiyek kuşt

Apr 12 2019

Li gundewraê Dêrazorê welatiyekî sivîl li ser destê çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê, hat kuştin

Malpera fermî ya Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê belav kiriye ku çekdarên PYDê welatiyê bi navê Xelîl Elebdulezîz ku bi xwe xelkê gundê Ebo Herdûb yê gundewarê Dêrazorê ye kuşt û pişt re termê wî radestî malbata wî kir.

Li gorî malpera navborî ku dîmenên wî welatîyî diyar dikin ku guleyek di serê xwe de xwarî ye, û piştî radestkirina termê wî, xwenîşandanek li gundê wî hat lidarxistin tê de daxwaza sizakirna pêkîneran herweha ew bûyer hat şermezarkrin.

Li gorî raporta mehane ya Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, ku çekdarên PYDê 42 kes di nav wan de 3ê zarok û 2 jin di meha borî de girtine, û 2 ji wan girtiyan di bin işkenceyê de hatine kuştin.


Ji aliyê xwe ve Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê di civîna xwe ya borî de hemû kiriyarên PYDê şermezar kIrin û banga gIringya bIcîkirIna cêgîrIyê li rojhIlatê Çemê Fratê kir.


Li navçeyên derveyê kurdistana Sûriyê mîna Tepqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê PYDê bi hezaran ciwanên kurd dane şehîdkirin, û niha jî li wan navçeyan nerazîbûn û xwenîşandan û teqîn û terorkirin li dijî çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk û PYDê têne encamdan.

503