Ûrdin tekeziyê li ser vergera bi razîbûn ya penaberan dike
Berpirseke Ûrdinê raghand ku welatê wê bi sed hezar penaberên Sûriyê li xwe girtye û diyar kir ku tu caran ew penaberan neçar nakin ku vegerin welatê xwe .
Wezîra pilanan û alîkariya navdewletî ya Ûrdinê Marî Qewar raghand ku piştî derbasbûna 8 salan li ser rewşa Sûriyê hejmara penaberên Sûriyê li Ûrdinê gihiştye Milyon û 300 hezar penaberî dinav wan de 90% li dervey kampan dimînin, û 10% dinava kampan de dimînin, ku hejmara penaberên tomarkirî di kumsiyona penaberan 670 Hezar penaberî ye .
Qewar serbar kir û got ku Ûrdin pabende bi yasayên navdewletî derbarê mafê penabertiyê ku bi gotina wê ew penaberan neçar nakin ku bi zorê vegerin li ser mal û milkên xwe bi taybet ku hîn aştî û ewlehî li welatê wan peyda nebûye .
369