35 welatên cîhanê wê rewşa Sûriyê di kongirê ewlehiya navdewletî gengeşe bikin
Apr 09 2019
Wezîrê berevanya Rûsiya Sêrxî Siwîxo raghand ku wê 35 wezîrên bergiriya welatên cîhanê beşdariyê di kongirê ewlehiya navdewletî yê heştan bikin ku biryare di 23-25 vê heyvê de li Rûsiya were lidarxistin .
Siwîxo eşkere kir ku di vî kongirî de wê gelek mijarên cîhanî yên taybet bi ewlehiya cîhanê wê werin giftûgo kirin dinav wan de jî rewşa Sûriyê û pêşhateyên dawî .
Siwîxo serbarkir û got ku di kongir de wê behsa şikestina DA'IŞê li Sûriyê were kirin û gavên pêşerojî herweha piroseya siyasî li Sûriyê herweha mijarên mirovî ji bo dûbare avakirina Sûriyê herweha vegera penaberan .
493
